NCKD a Lînzê 3’yemîn Kongreya xwe li dar xist
Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk 3’yemîn kongreya xwe li dar xist.
Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk 3’yemîn kongreya xwe li dar xist.
Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk 3’yemîn kongreya xwe li dar xist.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Linzê 3’yemîn Kongreya xwe li dar xist. Vekirina kongreyê, Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Levent Yalçin kir. Di kongreya bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de Hevseroka KCD’ê Leyla Guven axivî, diyar kir ku wehşeta herî zêde ya zilma Kurdan dîtiye, îro bi destê AKP’ê tê kirin, wiha dewam kir: “Wêneyên mirovên qetil dikin li ser tevnên civakî parve dikin, li ber cihên hildiweşînin, dişewitînin wêneyan digirin li ser torên civakî parve dikin. Nivîsên wehşetê vedibêjin dinivîsîn. Lê, li hemberî vê wehşetê keç û xortên Kurd bi lehengî li ber xwe didin.”
Guven got di hatina her kesî ya Ewropayê de sedemek heye, wiha domand: “Her çi dibe bila bibe, ez rîca dikim kî çi dikeve ser milan bike. Xizmet, rêxistinbûyin, yekîtî û yekgirtina îro hûn li vir ava bikin, bandorek mezin li welat dike. Kampanyaya malbata xwişk û bira hatiye destpêkirin. Xwedî li vê kampanyayê derkevin û bi taybet ez bang li Kurdên Anatolyaya Navîn dikim. Qasî xwedîderketina xwişk û birayekî xwe yê li Kurdistanê, ma tiştekî xweş heye?”
Di kongreyê de ji bo hevserokatiyê Zeynep Saribal û Levent Yalçin hatin hilbijartin.