NCDK a Sydneyê kongreya xwe pêk anî
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Sydneyê bi beşdariya Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê re kongreya xwe ya giştî pêk anî.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Sydneyê bi beşdariya Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê re kongreya xwe ya giştî pêk anî.
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal bi rêya telefonê beşdarî kongreya NCDK a Sydneyê bû û banga seferberiyê kir.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Sydneyê bi beşdariya Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê re kongreya xwe ya giştî pêk anî.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, aktîvîsta Kurd Havîn Guneşer axivî. Guneşer qewimînên li Kurdistan û gelemperiya Rojhilat Navîn nirxand.
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî bi rêya telefonê ji beşdaran re axivî û bal kişand ser komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin. Kartal diyar kir, di demeke bi vî rengî de divê her kes seferber bibe û cihê xwe di nava meclîsan de bigire. Kartal got, "Divê seknek li gorî ruhê Mehmet Tûnç bê nîşandan."