NAV-DEM'ê nerazîbûn nîşanî polîsên Elman ên li Hannoverê da

NAV-DEM'ê da xuyakirin, ku polîsên Elman li Hannoverê, helwesteke ne kêmî ya polîsên AKP'ê nîşanî Kurdan didin.

NAV-DEM'ê da xuyakirin, ku polîsên Elman li Hannoverê, helwesteke ne kêmî ya polîsên AKP'ê nîşanî Kurdan didin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM), têkildarî karê tomarkirina navan, polîtîkaya melisandin û bi tenê hiştina welatparêz û saziyên Kurd ên li Hannoverê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, polîsên Elman li Hannoverê, helwesteke ne kêmî ya polîsên AKP'ê nîşanî Kurdan didin û hat gotin, "Mîna ku bêdengiya dewleta Elman a li pêşberî komkujiyên li Sûr, Cizîr û gelek bajarên Kurdan ji aliyê AKP'ê ve tên kirin ne bes e, mafên mirovan ên mîna azadiya rêxistinbûyî û ramanê, ku her li ser zimanê wane, dema mijar Kurd be yekser binpê dike."

'EV HEWLDANÊN NIXUMANDINA KOMKUJIYÊN AKP'Ê NE'

Daxuyaniya NAV-DEM Hannover wiha dewam kir: "Pêkanînên antî demokratîk ên li hemberî Kurdan, hewldana ji bo nixumandina komkujiyên AKP'ê ye. Ev demeke li bajarê Elmanya Hannoverê polîsên Elman li hemberî welatparêz û saziyên Kurdan karê tomarkirina navên wan û polîtîkaya melisandin û bi tenêhiştinê dimeşîne. Gelek welatparêzên Kurd, ji ber ku mafê xwe yê ramanî, rêxistinî û demokratîk ên bi qanûnan hatine ewlekirin bi kar anîne, bûne hedef. Di serî de ciwanên Kurd bang li gelek kesan tê kirin û ji bo wan mîna sûcdar nîşan bidin, serî li gelek rêyên ne exlaqî didin."

'BILA GELÊ ME SERÎ LI NAV-DEM'Ê BIDE'

NAV-DEM'ê diyar kir, ew vê helwesta polîsên Elman şermezar dikin û wê hewldanên xwe yên ji bo teşhîrkirina tifaqa kirêt a navbera wan û desthilatdariya AKP'ê de xebatên xwe bidomînin.

Di daxuyaniyê de bang li dewleta Elman hat kirin ku dest ji van pêkanînên antî demokratîk ên li hemberî gelê Kurd berde û ji welatparêz û dostên Kurdan jî hat xwestin, dema li rewşeke bi vî rengî rast werin serî li maseya şêwirmendiya hiqûqî ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bidin.