Mohamed: Em ji şer reviyan, lê li Tirkiyeyê ketin nava lepên mirinê

Mûrad Mohamad ê ji Rojavayê Kurdistanê, tevî hevjîna xwe ya nexweşa şekir û du zarokên xwe, ji ber dijwarbûna şer ji Helebê reviyan û xwe li Tirkiyeyê girtin. Lê belê li Tirkiyeyê jiyan li wan herimî.

Mûrad Mohamad ê ji Rojavayê Kurdistanê, tevî hevjîna xwe ya nexweşa şekir û du zarokên xwe, ji ber dijwarbûna şer ji Helebê reviyan û xwe li Tirkiyeyê girtin. Lê belê li Tirkiyeyê jiyan li wan herimî. Mûrad Mohamad ê hevjîna wî ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest da, ji ANF'ê re axivî û lenet li sîstema tenduristiyê ya Tirkiyeyê anî.

Hikûmeta AKP'ê çiqasî pesnê polîtîkayên xwe yên 'mêvanperweriya' ji bo penaberên Sûriyeyê bide jî, drama malbata Mûrad Mohamad ên ji Helebê ji şer reviyan û xwe li Tirkiyeyê girtin, nîşan dide ku rastî ne bi vî rengî ye. Mûrad Mohamad ê bi eslê xwe ji Efrînê ye, midûrê restoranta navdar a Helebê Pîroya Restorant bû, ku mêvanên wan bi giranî ji burokrasiyê bûn. Tevî rûdana şer jî Mohamad 4 salan Heleb neterikand. Piştî ku jiyana li vê derê bi temamî sekinî, di meha Adarê de tevî hevjîn û du zarokên xwe ku yek jê 6, yek jî 9 salî ye berê xwe da Tirkiyeyê. Malbata Mohamad ji çeteyên DAIŞ'ê reviya û bi qasî 11 rojan 60 kîlometre meşiya. Dema hat gundê Karnebî yê Efrînê, du saetan ji aliyê leşkerên Tirk ve li ser sînor hat sekinandin û piştre di ser Kîlîsê re derbasî nava Tirkiyeyê bû. Bi hêviya jiyaneke baştir, tevî malbata xwe hat Stenbolê. Lê belê, piştî ku hevjîna xwe ya nexweşa şekir Şîrîn Maamoû di 30'ê Adara 2016'an de ji bo kontrolê bir Nexweşxaneya Jinan a Esenlerê, jiyana wan herimî.

Mohamad da xuyakirin, ku ji bo tehlîlê 5 tup xwîn ji hevjîna wî hatiye girtin, lê encamên testa xwînê ji wan re nehatiye dayîn.

LI ŞÛNA KU DI CIH DE MUDAXLE BIKIN, ŞANDIN NEXWEŞXANEYEKE DIN

Mohamad diyar kir, wê rojê dema ji nexweşxaneyê derket kurê wî lê geriya ye û jê re gotiye rewşa dayika wî nebaş e û xwest, derhal bêm malê. Mohamad got, "Dema ez hatim, hevjîna min ji ser hişê xwe çûbû. Min rêjeya şekirê wê pîva, daketibû 25'an. Min ew hilgirt û yekser bi Nexweşxaneya Dewletê ya Bagcilarê. Li nexweşxaneyê ew birin odeya servîsa lezgîn. Doktorek diket hundirê odeyê yek derdiket. Masaja dil li hevjîna min dikirin. Dema min ji wan dipirsî bê rewş çi ye, her gavê digotin 'tiştek nîne'. Dûre tomografiya hevjîna min kişandin. Di tomografiyê de tiştek derneket. Min careke din ji doktorekî rewş pirsî; ji min re got ku hevjîna min ketiye komayê. Ji min re got, 'li vir cih nîne wê sewqî nexweşxaneyeke din bikin'. Tu nabêjî krîza dil derbas kiriye. Li Nexweşaneya Şafakê ya Gazîosmanpaşa ez bi vê hesiyam. Bifikirin; li nexweşxaneyekê mirovek krîza dil derbas dike, ew nexweşxane li şûna mudaxle bike, radibe neqlî nexweşxaneyeke din dike.

TU DIBÊJÎ QEY NE SERVÎSA LEZGÎN E, MÊVANXANE YE

Li Nexweşxaneya Şafak a Gazîosmapaşayê hevjîna min li servîsa lezgîn bi makîneyê girê dan. Doktoran gotin, divê xwîn ji hevjîna min re bê dayîn. Ji bo vê jî 100 TL xwestin. Piştî ku min pere da wan, min ji wan fatûre xwest. Wan jî ji min re gotin, 'li vir fatûre nayê dayîn' û fatûre nedan. Min jî tiştek negot. Piştî sê rojan ji bo xwîn bê dayîn careke din 100 TL ji min stendin, bê fatûre. Bi giştî sê caran xwîn dan. Doktor got, divê tomografiya mejiyê hevjîna min were kişandin. Min jê re got, li Nexweşxaneya Dewletê ya Bagcilarê nû hatiye kişandin. Lê wan gotin, divê careke din bê kişandin. Ji bo tomografiyê jî 400 TL ji min stendin û fatûre nedan. Di vê tomografiyê de di mejiyê hevjîna min de pixtî hat tespîtkirin. Servîsa lezgîn a hevjîna min û 10 nexweş lê dihatin ragirtin, cihekî ecêb bû. Xizmên nexweşan bêyî maske û galoşê bi kar bînin yekser diketin hundir, bi saetan diman. Ji ber mîkrobên li vê servîsa lezgîn, hevjîna min bi enfeksiyonê ket. Bi Septîk şoqê ket (jehrîbûna xwînê). Rewşa wê giran bû. Ji ber ku min êdî ji doktoran bawer nedikir, ji bo neqlî nexweşxaneyeke din were kirin ez bi telefonê li Wezareta Tenduristiyê geriyam. Ji bo navê hevjîna xwe li maseya krîzê bidim nivîsandin, berê min da cihekî din."

JI BER XEMSARIYÊ, MEJÎ SEKINÎ

Şîrîn Maamoû ku 36 rojan di komayê de ma û di encama hewldanên hevjînê wê de berî 5 rojan rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Goztepe Marmarayê, mejiyê wê mirî ye. Hevjîn Mohamad rondikan dibarîne, gilî û gazinan dike. Mohamed diyar kir ku ew ê giliyê sê nexweşxaneyan bike û got, "Gelo çêdibe mirov di nava lepên doktoran de bikeve rewşeke bi vî rengî? Ev sîstemeke çawa ya tenduristiyê ye? Ev ne doktor in, qesap in." Mohamad got, "Em li Helebê ji şer reviyan, lê li Tirkiyeyê ketin nava lepên mirinê. Ji ber ku em ji Sûriyeyê ne, nêzîkatiyeke bi vî rengî li hemberî me hat kirin. Ez ê vegerim Helebê. Ez vê dewletê qebûl nakim."

...