Mîtînga 1’ê Gulanê ya Amedê: Hêza me ya têkbirina faşîzmê heye!

Di mîtînga 1’ê Gulanê ya li Amedê de, dayikên aştiyê banga seferberiyê kirin, di daxuyaniya KESK’ê de ev hat gotin: “Hêza me ya têkibirina faşîzmê heye”. Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk bal kişand ser grevên birçîbûnê û got: “Pêwîstî bi leztirîn demê heye.”

KESK, DÎSK, TMMBO û Odeya Bijîşkan a Amedê bi dirûşma “Wê jiyanek bextewar aj bide” li Qada Îstasyona Amedê mitînga 1’ê Gulanê lidar xistin. Dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de ne bi xavikên xwe yên spî li gel bi hezaran kedkar û karker di mîtîngê de cih girtin.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP’ê Musa Farîsogûllari, Saliha Aydenîz, Remziye Tosun, Huseyîn Kaçmaz û Nuran Îmîr, Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû jî tevlî mîtîngê bûn.

DAYIKÊN GIRTIYAN BANGA SEFERBERIYÊ DUBARE KIRIN

Dayik û xizmên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiyê mirinê “zincîra mirovan” li qada mîtîngê çêkirin. Dayikan duh banga “seferberiyê” li raya giştî kiribûn û dayikan îro banga xwe ya seferberiyê li qada mîtîngê dubare kirin.

‘EM WELATEK KU ÎNSAN DIMIRIN NAXWAZIN’

Endamê Komîteya Navenda Odeya Bijîşkan Dr. Halîs Yerlîkaya axivî û got: “Em welatek ne ku lê dimirin, em welatek ku dikaribin lê bijîn dixwazin. Em welatek ku dewlet rêgez û hiqûq û qanûnên xwe pêk bîne dixwazin bijîn. Em welatek bi tundî naxwazin. Em welatek aram û aştî dixwazin.”

‘QÎRÎNA DAYIKAN BIBIHÎZIN’

Sekreterê TMMOB’a Amedê Dogan Hatun jî axivî û çalakgerên greva birçîbûnê silav kir û got: “Em bi israr li dijî yên ku qîrîna dayikên me nabihîzin aştiyê dixwazin û xavikên spî dadileqînin.”

‘SEMBOLA AŞTIYÊ YE’

Mehmet Salîh Dogrul jî li ser navê DÎSK’ê axivî û got “Xavikên spî semobal aştiyê ye. Bêyî ku li girtîgehan mirin biqewime em her kesî vedixwînin berpirsiyariyê.”

OZTURK: EV BERXWEDANA DÎROKÎ YE

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî axivî û got: “Em kedkar û dayikan pîroz û silav dikin. Îro bi hezaran girtî li dijî tecrîdê li ber xwe didin. Li her deverê berxwedan mezin dibe. Ev berxwedanek dîrokî ye. Faşîzma yek hişmendî ev demeke dirêj e êrîşên xwe kûr kiriye. Têkçûna aboriyê jî ya li vî welatî encama feraseta faşîst e. Em çiqas bêdeng bin wê faşîzm ewqas mezin bibe. Birêz Ocalan îradeya bi milyonan e. Vê îradeya bi milyonan tecrîd dikin. Tevahiya welat hatiye tecrîdkirin. Em wek KCD’ê banga seferberiyê wek wezîfeyê dizanin. Divê her kes bersiv bide banga seferberiyê ya dayikan.”

‘NIKARIBÛN ME TESLÎM BIGIRIN’

Hevşaredarê Rezanê Zeyat Ceylan ê bi hêceta îxracbûye mazbataya wî nedanê li ser navê karmendên hatine îxrackirin derket ser dikê û axivî û got: “Me îxrac kirin, zext li me kirin û xwestin me birçî bihêlin û îradeya me teslîm bigirin, lê ne dikaribûn me teslîm bigirin û birçî bihêlin.”

Mîtîng bi konsera hunermend Şerzad ê Navenda Çanda Biharê bi dawî bû.