Mîstûra: Agirbestê mirina sivîlan kêm kir

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji bo Sûriyeyê hatiye wezîfedarkirin Steffan de Mîstûra, 7 rojên agirbesta li Sûriyeyê nirxand. Nûnerê NY diyar kir, li ser binpêkirina agirbestê agahî ji herêmê tê.

De Mîstûra da xuyakirin, ku tevî vê yekê jî di nava agirbesta 7 rojan de mirina sivîlan kêm bûye. Di nava 7 rojên agirbestê de 38 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Agirbesta 27'ê Sibatê roja Şemiyê destpê kir, ji bo Cephet El Nûsra û DAIŞ'ê derbas nabe. DYA dixwaze di dema agirbestê de êrîşên hewayî bên kêmkirin.

Mûxalîf jî îdîa dikin ku rejîm û Rûsya êrîşên xwe yên hewayî didomînin. Lê belê Rûsya û rejîm van îdîayan qebûl nakin. Mîstûra diyar kir, Neteweyên Yekbûyî di gihandina alîkariyê de zêde serketî nîne.

Neteweyên Yekbûyî biryar da ku di 9'ê Adarê de Muzakereyên li Cenevreyê ji nû ve destpê bikin. Lê belê nediyar e li dora maseya muzakereyê kî rûnên.