Milîsên HBDH'ê li 'faşîstekî' endamê Baskê AKP'ê yê Ciwanan xistin

Milîsên Erhan Dogan ên HBDH'ê ragihandin ku li Gazîosmanpaşa ya Stenbolê li 'faşîstekî' endamê Baskê AKP'ê yê Ciwanan xistine.

Di daxuyaniya Milîsên Erhan Dogan ên HBDH'ê de hate ragihandin ku li Gazîosmanpaşa ya Stenbolê li hemberî dikana 'Fahrettîn Dundar ê dûvikê desthilatdariyê' çalakiya sabotajê hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Agir bi dikanê ket û teqiya. Milîsên me fîşeka hişyarkirinê berdan hewayê û bi rengekî plankirî ji qada çalakiyê çûn."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di şexsê Fahrettîn Dundar de peyameke hişyaririyê ji noker û alîgirên desthilatdariya faşîst re hatiye dayin.