Milîsên HBDH'ê ji bo 15’ê Tebaxê çalakiya nivîsandina dîwaran lidar xist

Milîsên HBDH'ê di 15'ê Tebaxê de li Îzmîr/Menemenê çalakiyên nivîsandina li ser dîwaran lidar xistin.

Di daxuyaniya nivîskî ya milîsên Îbrahîm Yildirim ên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) de hat gotin, “Milîsên me silavkirina Pêngava Vejînê ya 15'ê Tebaxê didomînin. Milîsên Îbrahîm Yildirim ên HBDH'ê li Îzmîrê çalakiya nivîsandina li ser dîwaran a berfireh li dar xist.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Me di şeva 14’ê Tebaxê de li taxên Asirlik û Karabaglar’ê çalakiya nivîsandina li ser dîwaran a berfireh li dar xist. Me dîwar bi dirûşmeyên silavkirina 15’ê Tebaxê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna hevpar xemilandin.

Îro dîrok îspat dike ku 15’ê Tebaxê di dîroka têkoşîna gelên me de hêzeke bêhempa afirandiye. Ev hêz bi şoreşa yekbûyî mezin dibe, şer dike û bi ser dikeve. Têkoşîna me ya yekbûyî ya şoreşgerî ya ku ji faşîzma AKP-MHP’ê hesab dipirse û li her qadê têdikoşe ye. Polîtîkayên dagirkerî û mêtingeriyê, qetilkirinên mirovên me di zindanan de, lêdana karkeran li kolanan... wê yek ji wan bêhesab nemîne. Bi vê zanabûnê di serî de em ê hesabê hevalên xwe yên li zindanan li berxwe didin bipirsin. Di zindanên desthilatdariya faşîst de meşandina têkoşîna mafdar a gel tê wateya zindankirina faşîzmê. Em ê pirsîna hesabê Îbrahîm Yildirim û gelek şoreşgerên ku faşîzmê ew xistine zindanan bidomînin.

Em çalakiya me ya li Bursayê ku têde gardiyan hatin hedef girtin tînin bîra faşîzmê! Ger hûn êşkence, çewisandin û nêzîkatiya keyfî li ser girtiyan bidomînin, rûyê dawî yê ku hûn bibînin wê rûyê me be.”