Meşa dirêj a ciwanan a li Stûttgartê di roja duyemîn de ye

Meşa dirêj a Ciwanên Azad, ku li dijî komploya 15'ê Sibatê û wehşeta AKP'ê li bajarê Elmanya Stûttgartê hat destpêkirin, di roja duyemîn de ye.

Meşa dirêj a Ciwanên Azad, ku li dijî komploya 15'ê Sibatê û wehşeta AKP'ê li bajarê Elmanya Stûttgartê hat destpêkirin, di roja duyemîn de ye.

Meşa dirêj a bi dirûşma "Bi azadiya Serokatî re ber bi jiyana xweser ve" duh bi tevlîbûna bi sedan kesî destpê kir, bi hêrseke mezin al i hemberî dewleta Tirk dewam dike. Ciwanan ji stasyona Muhlackerê bi sirûda "Çerxa Şoreşê" dest bi meşê kirin.

Ciwan wê bi qasî 20 kîlometreyan bimeşin û xwe bigihînin Pforzheîmê. Li Pforzheîmê wê semînerek li ser pêvajoyê û komploya 15'ê Sibatê were lidarxistin.

...