Meşa dirêj a Berlînê di roja duyemîn de ye
Meşa dirêj a li eyaletên Berlîn û Brandenbûrgê ya bi şiyara "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" tê lidarxistin, dewam dike.
Meşa dirêj a li eyaletên Berlîn û Brandenbûrgê ya bi şiyara "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" tê lidarxistin, dewam dike.
Zêdeyî 40 kesên ji eyaleta Brandenbûrgê dest bi meşa ber bi parlamenta Berlînê kir, duh danê êvarê gihaştin Steglîtzê.
Meşvan îro saet di 10:00 de li ber Şaredariya Steglîtzê li hev civiyan û berê xwe dan parlamentê. Piştî mîtînga li ber parlamentê wê meşvan dosyayekê radestî rayedaran bikin.
HELWESTÊN KÊFÎ YÊN POLÎSÊN ELMAN
Di vê navberê de, tevî ku ji bo meşê destûr hatiye stendin jî polîsê Elman nehişt ji wesayîta meşê muzîk bê guhdarîkirin û anons bê kirin. Polîsan xwestin nehêlin posterên Ocalan jî bên hildan. Her wiha di dema meşê de dest li nîjadperestên Tirk ên tacîza devkî dikirin, wernedan.