Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Kiriklarê nobet girt
Malbat û xizmên girtiyan, hatin ber Girtîgeha F ya Kiriklarê û bal kişandin li ser zilma li hemberî girtiyên nexweş tên kirin.
Malbat û xizmên girtiyan, hatin ber Girtîgeha F ya Kiriklarê û bal kişandin li ser zilma li hemberî girtiyên nexweş tên kirin.
Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo azadiya girtiyên nexweş û yên dema cezayên wan qediyayî lê nayên berdan destpê kiriye, di roja 97’emîn de li ber Girtîgeha F ya Kiriklarê dewam kir. Malbatên girtiyan berdilkên li ser “Deng bide zindanan”, “Azadî ji girtiyên nexweş re” nivîsandî li xwe kirin û li ser hev diruşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Heq, hiqûq, edalet” berz kirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Bayrakliyê, piştgiriya malbatan di nobedê de kir.
Hevseroka HDP’ê ya Bayrakliyê Ayşe Silik, diyar kir ku ew bi malbatan re ne û piştgiriya çalakiya malbatan dikin û wiha axivî: “Girtiyên nexweş, derman nabin, ji bo dermankirinê, kelemçekirî dibin nexweşxaneyan. Divê dawî li van polîtîkayên tecrîdê yên li ser girtiyan bê anîn.”
Silik, anî ziman ku Çevîk Bîrê bi sûcdariya derbeyê di girtîgehê de bû ji ber ku nexweşê demansê bû, hat berdan lê Aysel Tûglûk nayê berdan û wiha bi axaftina xwe de çû: “Divê mirov bi insanî nirxandinê bike. Êdî guh bidin dengê dayikên li vir. Zarokên van dayikan tecrîdkirî bin wê dayik çawa razên? Bila deng biçe mafparêz û hiqûqnasan. Em edaletê ji bo her kesê dixwazin.”