Li Zurihê li ser bîllbordan: Ji Ocalan re azadî

Li Gara Trenê ya li navenda Zurîhê posterên bi nivîsa "Freiheit für Öcalan" “Ji Ocalan re azadî” li ser bîllbordên dijîtal tê nîşandan.

Li bajarê Zurih ê Swîsreyê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan didomin.

Di saetên zû yê sibehê de li Gara Trenê ya li navenda Zurîhê posterê bi nivîsa "Freiheit für Öcalan" “Ji Ocalan re azadî” li ser bîllbordên dijîtal dest bi nîşandanê hate kirin.

Gara Trenê ya Zurîh ji ber nêzîkbûna cejna Noelê rojane nêzî milyonek û nîv kes tên û diçin. Bîllborda ku gel eleqeyek mezin nîşan dide, bi gelek zimanan ‘Ji Ocalan re azadî’ tê nîşandan. Her wiha eleqeyek mezin nîşanî wêneyê mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşandan.