Li Tûşba û Norşînê 2 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Bedlîs Norşîn û li navçeya Wan Tûşbayê, di nîqaşa navbera HDP'yî û AKP'yiyan de 2 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Bedlîs Norşîn û li navçeya Wan Tûşbayê, di nîqaşa navbera HDP'yî û AKP'yiyan de 2 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Bedlîs Norşînê, li Dibistana Seretayî ya 100. Yil a li taxa Kumbetê, ku dengdayîn hînê lê dewam dike, di navbera AKP'yî û HDP'yiyan de nîqaş derket. Bi vê nîqaşê re polîs ketin hundirê avahiya dibistanê û kesê bi navê Cesîm Tekîn kirin binçavan.
Li navçeya navendî ya Wanê Tûşba jî, komek ji 20 kesan ku Serokê AKP'ê yê Bajêr Zahîr Soganda jî di nav de hebû li Taxa Mollakasim, hewl da derbasî herêma sindoqan bibe. Li ser vê yekê muşahîdê HDP'ê Îshak Derelî îtiraz kir. Di nîqaşa li vê derê de Derelî hat binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.