Li Tarsûsê 4 girtî hatin sirgunkirin

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Hejmar 2 ya Tarsûsê serdegirtin pêk hat û 4 girtî bi zorê sirgunî girtîgehên din hatin kirin.

Gardiyanan danê sibehê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Hejmar 2 a Tarsûsê bi ser hin qawîşên ku girtiyên siyasî lê diman girtin.

Piştî serdegirtinê Vedat Çelîklî, Mehmet Emîn Bînîcî, Cengîz Temel û girtiyê ku navê wî nehat zanîn bi zorê sewqî girtîgehên cuda hatin kirin.

Rêveberiya girtîgehê tu hincet nîşan neda û nehat hînbûn ku girtî sewqî kîjan girtîgehan hatine kirin.