Li Swêdê protestoyên komkujiya Enqereyê dewam dikin

Li bajarên Swêd Borlange û Halmstadê, Kurdistanî û Swêdiyan komkujiya li Enqereyê şermerzar kirin û xwestin sûcdarên rastî bên tespîtkirin û darizandin.

Li bajarên Swêd Borlange û Halmstadê, Kurdistanî û Swêdiyan komkujiya li Enqereyê şermerzar kirin û xwestin sûcdarên rastî bên tespîtkirin û darizandin.

Li ser banga Konfederasyona Sendîkayên Karker ên Swêdê (LO) Şaxê Borlange, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Komeleya Çanda Kurd a Swêdê, Federasyona Mamosteyan a Swêdê Şaxê Borlange, Navenda Çanda Elewiyan a Dalarna, Navenda Perwerdeyê ya Karkeran (ABF) û Komeleya Diyalogê ya Navneteweyî, bi beşdariya bi sedan Kurdistanî Swêdiyan xwepêşandan hat lidarxistin.

Tevî pankart û dowîzan, girseya gel alên PKK, KCK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirt, komkujî û hikûmeta AKP'ê bi qîrîna dirûşmeyan şermezar kir.

Li ser navê LO Ola Brossberg, Serokê Komeleya Diyalogê ya Navneteweyî û ji Şaxê Borlange yê Federasyona Mamosteyan a Swêdê Klas Holmgren peyivîn û êrîşa bombeyî ya li Enqereyê, êrîş û zextên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî rewşenbîr û rojnamevanên Kurd, şermezar kirin.

LI HALMSTADÊ HIKÛMETA AKP'Ê HAT ŞERMEZARKIRIN

Li bajarê Halmstadê jî ciwanên Kurdistanî û Tirkiyeyî xwepêşandanek lidar xistin. Di axaftinên li meydana navenda bajêr de hat ragihandin ku hikûmeta AKP'ê bi çeteyên DAIŞ'ê re hevkariyê dike û bang li hikûmeta AKP'ê hat kirin ku dest ji polîtîkayên xwe yên dijminatiya li Kurdan berde.

Di çalakiya ku bi qasî 200 kes lê amade bûn de, hikûmeta AKP'ê hat şermezarkirin.

...