BI DÎMEN

Li Stûttgartê çalakiya ji bo Sûrê: Kujer Erdogan!

Li Stûttgartê, komkujiyên AKP li Sûr û gelemperiya Kurdistanê dike, hatin protestokirin.

Li Meydana Schlossplatz a li bajarê Elmanya Stûttgartê, duh bi dirûşma "Divê em komkujiyên li Sûrê bisekinînin! Tirkiye sûcê şer dike" çalakiyek hat lidarxistin.

Çalakî ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Stûttgartê ve hat organîzekirin û bi sedan kes tevlî bûn. Di çalakiyê de metna Hevserokên Giştî yên HDP'ê ya li ser êrîşên li hemberî Sûrê û gelemperiya Bakurê Kurdistanê hat belavkirin.

Di çalakiyê de komkujiyên ji aliyê dewlet Tirk ve tên kirin hatin lenetkirin û banga piştgiriya enternasyonal hat kirin.

Girseya gel berxwedêrên xwerêveberiyê silav kir û dirûşma "Kujer Erdogan" qîriya.