Karkerên înşiatê yên li Şantiyeya Navenda Fînansê ya YDA Groûp’ê dixebitîn, ji bo bidestxistina mafên xwe ev 3 roj in li ber xwe didin. Çalakî îro li pêşiya ofîsa YDA Groûp’ê berdewam kir. Karker li ser rêya E-5’ê heta ofîsa YDA Groûp’ê bi dirûşmeyên “Karkerên înşaetê bi tenê nînin” û “Me keştî şewitandin êdî veger tune ne” meşiyan.
Karker, li pêşiya ofîsa YDA’yê ji aliyê hêzên ewlekariya taybet ve hatin derbkirin. Piştre jî polîsên hatin cihê çalakiyê û karker dorpêç kirin. Di navbera polîsên ku dixwestin karkeran destgîr bikin û karkeran de rageşî derket. Karker ketin bin milê hev û dirûşm berz kirin. Piştre jî polîsan nûnerê sendîkayê jî di nav de 10 kes ji pişt ve kelemçe kirin û destgîrkirin.
Di heman demê de polîsan rojnamevanên ku çalakî dişopandin jî derb kirin da ku nekarin dîmenan bigirin. Rojnamevab Zeynep Kûray dema çalakî dişopand hate destgîrkirin.