Li Stenbolê 7 endamên HDP'ê hatin destgîrkirin

Hejmara kesên di serdegirtina polîsan a danê sibê ya li dijî endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê û rêveberên navçeyê de hatin destgîrkirin, derket 7’an.

Polîsan di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat destpêkirin dîsa HDP’ê kir hedef. Di çarçoveya lêpirsînê de serê sibehê li Stenbolê bi ser malên endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê û rêveberên navçeyan ve girtin.

Hate hînbûn ku Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Bahçelîevlerê Orhan Ozoner, Lîvan Orman, Arjîn Emektar, Ahmet Bayazît, Roj Medrîn Bor, Mehmet Salîh Dîkmen û Îsmaîl Toptamur hatin destgîrkirin.

Ji bo 7 kesan 24 saetan qedexeya hevdîtina ligel parêzer hat dayîn.