Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê, tevî dengdayînê xebatên hilbijartinê yên li Ewropayê dewam dikin. Li bajarê Elmanya Saarbruckenê bi armanca agahdarkirina hilbijêran standek hat vekirin.
ANF
SAARBRUCKEN
yekşem, 18 kewçêrê 2015, 08:15
Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê, tevî dengdayînê xebatên hilbijartinê yên li Ewropayê dewam dikin. Li bajarê Elmanya Saarbruckenê bi armanca agahdarkirina hilbijêran standek hat vekirin.
Stand li navenda bajêr li Bahnhofstrasse'yê saet di navbera 13-19'an de hat vekirin û li ser hilbijartinên 1'ê Mijdarê agahî hatin dayîn. Li vê derê gelek belavok jî hatin belavkirin.
Li standa hilbijartinê ya HDP'ê, mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn û bi wêneyên li dora standê hatin daliqandin re komkujî hat teşhîrkirin.
Li aliyê din, Koordînasyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya Saarbruckenê da xuyakirin wê roja Yekşemê bi otobusan hilbijêran bibin ser sindoqan û ji hilbijêrên dixwazin dengê xwe bi kar bînin hat xwestin ku serî li Navenda Civaka Demokratîk a Saarbruckenê bidin.