Komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiyên AKP li Bakurê Kurdistanê dike, li Rûsyayê hatin şermezarkirin.
ANF
ADIGEY/SARATOV
sêşem, 16 reşemiyê 2016, 11:16
Komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiyên AKP li Bakurê Kurdistanê dike, li Rûsyayê hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de hat ragihandin, ku komplo bi berxwedana Ocalan û gel re hatiye pûçkirin û AKP jî wê têk biçe.
ADIGEY
Li Komara Xweser a Adigeyê ya ser bi Federasyona Rûsyayê, Kurd û dostên wan li dijî komploya navneteweyî û terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê meşiyan. Meşa ji aliyê Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê ve hat lidarxistin, ji Navenad Çandê ya Adigeyê heta Navenda Çanda Kurd dewam kir.
Hevseroka Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê Sînem Broyan li vir axivî û got, "Gelê Kurd ji bo azadiay xwe seferber bûye. Tovên azadiyê yên li Rojavayê Kurdistanê hatine çandin, îro li Bakurê Kurdistanê şîn dibe. Ne AKP ne jî dewleta Tirk a faşîst dikare vê hêviya azadiyê ya gelê Kurd tine bikin. Niha gefa tecrîdê li gelê Kurd dixwe. Kurdistaniyên li çar aliyên cîhanê dijîn ji bo yek armancê seferber bûne. Azadiya Ocalan û Kurdistanê. Ti kes nikare xwe li ber gelê Kurd ê baweriya xwe bi vê aniye, bisekine."
Endamê Komîteya Gel a Krasnadarê Delîl Firat dûre axivî û got, "Hêzên navneteweyî yên li pêşberî terora dewletê ya AKP li bajarên Kurdan dimeşîne bêdeng in, hevparê van êrîşan e. Di herikîna tevahiya dîrokê de Kurd bi tenê hatine hiştin û qirkirina li wan hatiye kirin ji nedîtî ve hatiye dîtin. Operasyonên qirkirinê yên AKP û Erdogan di vê sedsalê de li gel dikin, sûcê şer e. Divê ev li dadgehên navneteweyî werin darizandin. Dewleta Tirk a jê hebû ku bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd re dikare Kurdan dîl bigire, îro dibîne ku çiqasî şaşîtî kiriye. Tevî tecrîda giran a li girava Îmraliyê jî Rêbertî xwedî ruh û potansiyela rêbertiya ji gelê xwe re ye. Dewleta Tirk a ev fêm kir, bi şidandina tecrîdê re dixwaze pêşî lê bigire. Gelê Kurd wê bi berxwedana xwe re bi ser bikeve û azadiya Rêberê xwe ewle bike."
Çalakî bi qîrîna dirûşmên li dijî terora AKP'ê bi dawî bû.
SARATOV
Kurdistaniyên li bajarê Rûsya Saratovê dijîn, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev civiyan. Di kombûna li parka Moskovskî-29 de tevî Kurdan gelek Rûs jî amade bûn.
Serokê Otonomiya Çanda Kurd a Saratovê Yakûp Tîmûr li vê derê ji girseyê re axivî û got, "Divê Kurd êdî li dijî zext û zilmê dengê xwe bêhtir bilind bikin. Dostê Kurdan nîne, eger hebûya Rêberê wan bi komploya navneteweyî re dîl nedihat girtin û AKP li gorî kêfa dilê xwe nikarîbû sivîl qetil bikira."
Tîmûr bal kişand ser êrîşên faşîzma AKP'ê yên li Bakurê Kurdistanê û got, "Leşkerên AKP'ê yên di berdêla pereyan de şer dikin, wê li bajarê Bakurê Kurdistanê têk biçin. Ev berxwedana bi pêşengiya gel tê meşandin, ne tenê bajarên Bakurê Kurdistanê wê di heman demê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê bi komployeke navneteweyî re dîl hat girtin, azad bike. Lewma sala 2016'an wê ji bo Kurdan bibe saleke serketî."
Piştî Tîmûr, Rûsên beşdarî çalakiyê bûn axivîn û terora dewleta AKP'ê ya li hemberî Bakurê Kurdistanê şermezar kirin.
Girseya gel piştî axaftinan bi qîrîna "Bijî berxwedana gel" û "Bijî Serok Apo" ji hev belav bû.