Li Rihayê mînîbusa karkeran qeza kir: 18 kes birîndar bûn
Li Rihayê mînîbûsa ku karkerên kargehê hildigirt qeza kir û di encama qezayê de 18 kes birîndar bûn.
Li Rihayê mînîbûsa ku karkerên kargehê hildigirt qeza kir û di encama qezayê de 18 kes birîndar bûn.
Qeza di saetên siharêde li kîlometreya 15’emîn a rêya Riha-Dîlokê pêk hat. Mînîbusa ku servîsa karkerên kargehekê dikir, ji ber sedema ku nehate tespîtkirin ji rê derket.
Ekibên tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê piştî midaxeleyên ewil, 18 birîndar bi ambulansê rakirin nexweşxaneyên li navçeyê. Hate hînbûn ku birîndarên li nexweşxaneyê tên dermankirin, rewşa wan baş e.