Li Rihayê girtiyekî din hat qetilkirin
Piştî ku li Girtîgeha Amedê girtiyek hate qetilkirin, girtiyê bi navê Mehmet Yilmaz ê di Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
Piştî ku li Girtîgeha Amedê girtiyek hate qetilkirin, girtiyê bi navê Mehmet Yilmaz ê di Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê bi navê Mehmet Yilmaz (25) li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê dihat ragirtin, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
Rayedarên girtîgehê îdia kirin ku Yilmaz di 24’ê Tîrmehê de dema ku bi tena serê xwe di hemamê de bû xwe kuştiye.
Cenazeyê Yilmaz piştî lêkolînên li cihê bûyerê birin morga Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Rihayê.
Di salên dawî de li girtîgehên Tirkiyeyê yên ku binpêkirinên mafan ên nedîtî lê hatin, gelek girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Malbat û saziyên mafên mirovan bertek nîşan didin ku piraniya girtiyan bi zext, êşkence û gefan an tên înfazkirin an jî ber bi xwekuştinê ve dibin.
DI HEFTEYA DAWÎ DE DU GIRTÎ HATIN QETILKIRIN
Di hefteya dawî de herî kêm cenazeyên 2 girtiyan ji girtîgehan derket. Kadrî Ekîcî ya 25 salî di 21'ê Tîrmehê de di hucreya xwe de jiyana xwe ji dest dabû. Rêveberiya girtîgehê îdîa kir ku wî xwe kuştiye. Malbata wî diyar dike ku girtî rastî tundî û gefan hatiye û hatiye înfazkirin.
Ekîcî bi îdiaya “Yekitiya dewlet û yekparçeyiya welat” xera kiriye, li Girtîgeha Girtî ya Hejmar 2 ya Ewlehiya Bilind a Amedê de bû.
DI DU SALAN DE NÊZÎ 20 MIRINÊN 'BI GUMAN'
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan di navbera salên 2021-2022’an de bi giştî 87 girtî û hikumxwar li girtîgehên Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dane. ÎHD'ê diyar kir ku ji van 17 'mirinên bi guman' in.