Li Rihayê di mehekê de 7 cînayetên kar çêbûn
Odeya Tabîban a Rihayê ragihand ku di meha dawî de li bajêr 7 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
Odeya Tabîban a Rihayê ragihand ku di meha dawî de li bajêr 7 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
Odeya Tabîban a Rihayê têkildarî cînayetên kar ên li bajêr zêde bûne daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di rojekê de 2 karkeran ji ber cînayeta kar jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di meha dawî de bi giştî 7 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em baş dizanin ku zêdebûna qezayên kar ên li bajarê me, ne tesaduf e. Sedema sereke ya van cînayetan ji bo pêkanîna prosedurên kar, xizmeta li ser kaxizê bi xwe ye. Di serî de bi taybetî Yekîneyên Tenduristî û Ewlehiyê yên Hevbeş (OSGB), kesên kar didin û rêveberên karûbar berpirsên sereke yên van pirsgirêkan in.”
Tiştên divê bên kirin di daxuyaniyê de wiha hatin rêzkirin:
“*Divê Qanûna Tenduristî û Ewlehiya Kar a bi hejmara 6331’an li gorî armanca xwe bê guhertin.
*Divê pergala pisporiya ewlekariya kar ji nû ve ji aliye cemaweriyê ve bê avakirin û bazarkirina xizmetê bê bidawîkirin.
*Divê mekanîzmayên kontrolê wek rêxistinên serbixwe bên plankirin û xurtkirin.
*Divê li dijî berpirsên qezayên kar û cînayetan ceza bê pêk anîn û li dijî rayedarên cemaweriyê yên eleqedar û berpirsyaran bi awayekî serbixwe pêvajoyên edlî bên meşandin.”
DI 6 MEHAN DE 842 CÎNAYETÊN KAR
Li gorî rapora Meclîsa Tenduristî û Ewlekariya Karkeran (ÎSÎG) a 6'ê Tîrmehê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 6 mehên destpêkê yên salê de herî kêm 842 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
DI 6 MEHAN DE JI BER SEDEMÊN ABORÎ 38 KESAN XWE KUŞTIN
Li gorî rapora Komîsyona Ked û Polîtîkayên Civakî ya HDP'ê ya di 25'ê Tîrmehê de hat eşkerekirin, di 6 mehên destpêkê yên salê de herî kêm 38 kesan ji ber sedemên aborî xwe kuştine û 1718 binpêkirinên mafan li karkeran hatine kirin.