Li Qelqeliyê 'heyeta empatî' ya Davûtoglû hat redkirin
Li Qelqeliyê, gel nerazîbûneke tund nîşanî 'heyeta empatî' ya Davûtoglû da.
Li Qelqeliyê, gel nerazîbûneke tund nîşanî 'heyeta empatî' ya Davûtoglû da.
Piştî ku Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû hefteya derbasbûyî li Mêrdînê da xuyakirin, ku ew ê bi malbatên HPG'yiyan re 'empartiyê' bikin, li navçeya Wan Qelqeliyê polîs û leşkerên Tirk ketin nava tevgerê û çûn ji malbatan re gotin, "Biçin zarokên xwe bînin, naxwe em ê hemûyan bikujin". Gelê navçeyê nerazîbûn nîşan da û got, "Ev 40 sal in hûn dikujin, lê we neqedand. Pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane çareser bikin, hingî wê zarokên me bên."
Piştî ku Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû hefteya derbasbûyî li Mêrdînê da xuyakirin, ku ew ê bi malbatên HPG'yiyan re 'empartiyê' bikin, li navçeya Wan Qelqeliyê endamên Fermandariya Jendermeyan, Emniyet û MÎT'ê, çûn cem malbatên gerîlayên HPG'ê yên li gundê Kûrtalan, Bogazkesen û Sagmali. Ev 'heyeta' bi wesayît û kincên sivîl geriya, dema tiştek bi dest nexist, dest bi gefxwarinê kir.
Li gorî agahiyên ji aliyê malbatan ve hatin dayîn, endamên Emniyet, Jenderme û MÎT'ê di destpêkê de agahiyên îstîxbaratê yên têkildarî zarokên wan de parve kirin. Rayedaran ji malbatan re ragihandin ku zarokên wan li ku ne û got, "Em bawer in ji ber rewşa zarokên we niha tê de ye, hûn diêşin. Biçin zarokên xwe bînin, naxwe em ê mecbûr bimînin wan bikujin." Malbatan nerazîbûn nîşanî vê gefê dan. Fermandarê Qereqolê ji ber vê nerazîbûna malbatan kir qareqar û got, "Eger hûn bi ya me nekin, em ê vê dinyayê bi serê we de jî, bi serê wan de jî biruxînin. Vê zanibin."
Malbatên gerîlayên HPG'yiyan jî jê re gotin, "Ev 40 sal in bi kuştinê re we neqedand, hûn hînê qala kuştinê dikin. Eger hûn gelekî li zarokên me difikirin, rêya vê çareseriyê ne kuştin e. Li hev hatin, aştî ye."
'Heyeta empatî' ya bi wesayîtên reş ên bi marka Range Rover digere, li gundên din ên Qelqeliyê van gefên xwe didomîne.