Li Parlamentoya Ewropayê ji bo Îranê semîner wê bê lidarxistin

Li Parlamentoya Ewropayê wê konferanseke navnetewî ya bi sernavê 'Ji bo krîza Rojhilata Navîn û Îranê vîzyona çareseriya demokratîk' were lidarxisitn.

Konferansa ku di 11'ê Çileya 2018'an de li Parlamentoya Ewropayê (PE) were lidarxistin ji aliyê Koma Çepgira PE, EÛTCC (Komîsyona Sivîlên Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropa) û Enstîtuya Kurd a Bruksel ve tê organîzekirin.

Konferansa navnetewî  11'ê Çileya 2018'an, seat 14:00'an dest pê dike û destpêka konferasnê ji aliyê Parlamentera Koma Çepgir a PE Matîna Mîchels û Serokê Waqfa Demokratîkkirina Îran û nivîskar Kenneth R. Tîmmer ve tê kirin.

Rûniştina destpêkê bi moderatoriya Ghazal Aliyalî û Mahbobeh Meshkîn bi sernavê 'Ji bo demokratîkbûyînê, rewşên nû, pirsgirêk û zorî' were lidarxistin.

Di sernavê jêr ê rûniştinê de jî wê 'Dîroka jiyanê ya hevpar a li Rojhilata Navîn û Îranê' were nirxandn. Di rûniştinê de wê polîtîkavanê Ereb, aktivîst Mona Eîelafî, Prof. Abbas Valî, aktivîst Farhad Basharat, Naser Balîdey, Jalal Sabzevarî, Nor Alî Moradî semîner bidin.

Di rûniştina duyem de jî wê sernavê 'Firsendên demokratîbûyînê li Îran û Rojhilata Navîn' were gotûbêjkirin.

Li rûniştina ku bi moderatoriya Sara Mûhammedî û Jallan Zîeaî , wê  Sîamand Moeînî, Bahran Rahmanî, Hasan Makaremî, Jhaleh Ahmadî semîneran bidin. Konferans wê bi encamnameyê bi dawî bibe.