Li Mexmûrê êrîşên dagirker hate şermezarkirin

Li Mexmûrê êrîşên dewleta Tirk a dagirker hate şermezarkirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, êrişên dewleta faşîst a Tirk ku duh li Kobanê û gundên wê hatibûn kirin bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevahî şehîdên şoreşê deqîqeyekê rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê gelê wargehê Hevşaredarê wargehê Bedran Pîran axivî.

Bedran Pîran di axaftina xwe de bal kişand êrîşên li ser Kobanê û got:“Hikumeta AKP-MHP û serçeteyê faşîst Erdogan ti dewletek nema ku serlêdan nekir, lê di rastiyê de tişta ku tê dîtin van dewletan belkî bi eşkere piştgiriya êrişê li ser Rojava nedan, lê bi awayekî veşartî çavê xwe ji êrîşê re girtine. Îro em dibînin li Başûr dagirkerî heye, li Rojava qirkirin heye û li Bakurê Kurdistanê jî şerê derûnî, şerê taybet heye. Dewleta Tirk dixwaze temenê xwe bi qetilkirin û komkujiya Kurdan dirêj bike. Ji ber wê jî dixwaze niha li ser Rojava êrişekê pêk bîne. Ev demek bu êriş li ser Rojava dihat pêkanîn, lê duh êrişek pir dijwar li ser Kobanê hate kirin. Di vê êrîşê de zarok jî di nav de gelek kest hatin qetilkirin. Em xelkê Mexmûrê êrişan bi tundî şermezar dikin û diyar dikin çi pêwîst bike em amade ne.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî berxwedana Rojava’ bi dawî bû.