Li Mêrsînê destgîrkirinên li dijî HDP’ê hatin protestokirin

Rêxistina HDP’ê ya Mersinê bertek nîşanî destgîrkirinên li dijî HDP’ê dan û gotin: “Şaredariyê daxwaz kir, polîs ketin tevgerê û dozger jî serî tewand.”

Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Mêrsînê têkildarî endamên Meclîsa Şaredariya Akdenîzê yên HDP’yî jî di nav de destgîrkirina 21 kesan li ber avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, rêveberên EMEP’ê, aktîvîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Êriş û gef nikarin me bêzar bikin” vekirin.

Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz diyar kir ku operasyona destgîrkirina ê ji hedef nîşandana Serokê Şaredariya Akdenîzê yê AKP’yî Mustafa Gultak qut nînin. Sariyildiz anî ziman ku ji ber ku endamên Meclîsê yên HDP’yî di civînan de îtîrazan dikin hatine destgîrkirin û ev operasyon jî nîşan dide ku îktidarê darazê aniye asta bikaranîna wek amûrê.

Sariyildiz da zanîn ku ew ê li dijî van êrîşan ji berxwedana xwe ya bi rûmet tawîzê nedin û ew ê li dijî tecrîdê azadiyê û li dijî şer aştiyê biparêzin û têbikoşin.

Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan jî destnîşan kir ku beriya civîna Meclîsê dest pê bike bi du sê saetan beriya wê da ku endamên wan nekevin civînê hatine destgîrkirin û got: “Şaredariya Akdenîzê daxwaz kir, polîsên Mêrsînê ketin tevgerê û dozger jî serê xwe tewand. Ev sêalîbûn wisa dizivire. Li Tirkiyeyê qesra AKP‘ê ferman dide û bi MHP’ê re êrîşan dixin dewrê û paşê endam û rêveberên HDP’ê digirin û dişînin hefsan. Dixwazin siyasetê ji holê rakin. Me îro mînaka aşkere ya vê zîhniyetê dît. Hevalên me deyndariya kes nizane diçe ku û rantê red dikin. Îktidar jî çareye di destgîrkirin û girtina endam û rêveberên HDP’ê de dibîne. Em ê ji vê yekê re musade nekin. Wê HDP’ê her li pêşiya we bibe barîkatên mezin.”