Li Mêrsînê Borak ê ku di êrîşa polîsan de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
Li Mêrsînê welatiyê bi navê Nezîr Borak ê ku di 2010’an de di êrîşa polîsan de ji serê xwe birîndar bibû û ev 5 sal in têkoşîna jiyanê dida, jiyana xwe ji dest da.
Li Mêrsînê welatiyê bi navê Nezîr Borak ê ku di 2010’an de di êrîşa polîsan de ji serê xwe birîndar bibû û ev 5 sal in têkoşîna jiyanê dida, jiyana xwe ji dest da.
Li Mêrsînê, welatiyê bi navê Nezîr Borak ê ku di 16’ê Tebaxa 2010’an de li Taxa Sevket Sumer dema xwest zarokê xwe ji destê polîsan rizgar bike rastî êrîşê hat û bi guleya plastîk ji serê xwe birîndar bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Borak ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrsînê hate wergirtin û duh bi şev li Goristana Guneykentê hate definkirin. Ji bo Borak, li ber derê mala wî konê şînê hate danîn.
5 SALAN TÊKOŞÎNA JIYANÊ DA
Borak piştî ku di sala 2010’an de hatibû birîndarkirin nêzî du mehan li nexweşxanê tedawî dît û piştî tedawiyê jî ket nav dest û piyan. Borak ev 5 sal in têkoşîna jiyanê dida û meha borî car din rewşa wî giran bibû û ew rakiribûn nexweşxaneyê.