Li Mannheîmê mîtînga ‘Ji Ocalan re Azadî, Xwedîderketina li Gurgumê’
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê mîtînga “Ji Ocalan re Azadî, Xwedîderketina li Gurgumê” hate lidarxistin.
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê mîtînga “Ji Ocalan re Azadî, Xwedîderketina li Gurgumê” hate lidarxistin.
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê mîtînga “Ji Ocalan re Azadî, Xwedîderketina li Gurgumê” hate lidarxistin.
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê piştî standa agahdarkirinê ya Ciwanên Azad, îro jî mîtîngek hate lidarxistin. Mîtînga di pêşengiya Yekîiya Hêzên Demokratîk hate lidarxistin bi rêzgirtinê destpê kir.
Axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê Navenda Civaka Kurd Cano Yildiz hate kirin, ev gotin: “Me çawa ji bo Rovaja têkoşînek topyekun meşand, me ji bo Bakurê Kurdistanê jî berxwedanek nîşan da. Niha rejîma faşîst a AKP’ê ji ber nikare berxwedana li Kurdistanê bişkîne, vê gavê jî dixwaze çeteyên DAIŞ’ê li Gurgumê bi cih bike. Divê em Tevgera Azadiya Kurd, çep, sosyalîst, Elewî û Êzidî li dijî AKP’ê têkoşîna xwe hevpar bikin û mezin bikin.”
Yildiz got şoreşa Rojava di rêya paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelek destkeftî bi dest xistine, wiha dewam kir: “Ev paradîgma ji bo felsefeyek jiyanê ye. Ji bo azadiya Rêber Apo pêwîst e saziyên têne cihêkirin bibin yek. Ji bo azadiya girtiyên NAV-DEM û ATÎK’ê jî divê li Elmanyayê çalakiyên me yên demokratîk bidomin û hevalên me demildest azadiya xwe bi dest bixin.”
Di mîtîngê de li ser navê Platforma Jiyana Gurgumê jî Bariş Yilmaz axivî, got AKP’e li hember Kurd û Elewiyan polîtîkayên tinekirinê dide meşandin, wiha bi dawî kir: “Di serî de Elewî, em banga berxwedana topyekun li tevahî saziyan dikin. Divê em li dijî rejîma AKP’ê bisekinin.”
Mîtînga ku belavok tê de hatin belavkirin, bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Gurgumê” bi dawî bû.