Li Konyayê girtiyên siyasî di bin zextan de ne
Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Ereglî ya Konyayê di bin zextan de ne. Malbatan banga "Divê civak dengê xwe derxine" kir.
Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Ereglî ya Konyayê di bin zextan de ne. Malbatan banga "Divê civak dengê xwe derxine" kir.
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Ereglî ya Konyayê di bin zextan de ne. Girtiyê bi navê Îbrahîm Sutçu bi telefonê bi malbata xwe re behsa binpêkirinên mafan kir. Malbatê diyar kir ku dema kurê wan qala zextên li girtîgehê dikirin telefona wî hatî qutkirin. Sutçu, anî ziman ku piştî îtîrazê, der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
'ZEXTÊ DIKIN, DEMA ÎTÎRAZ DIKIN JÎ LÊPIRSÎN DIDIN DESTPÊKIRIN’
Sutçu di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de wiha got:
“Hefteyê 4 caran di bin navê lêgerînê de ser qawişê me de digirin. Gardiyanên ku li qawîşê lêgerînê dikin, ji betaniyên me heta balîfên me û heta eşyayên me yên şexsî hemû tiştên me davêjin erde. Betanî û çarşefên me birin. Me li hemberî vê yekê nerazîbûnên xwe anîn ziman û diyar kir ku em ê beşdarî lêgerînê nebin. Li ser vê yekê der barê me de lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin. Hevdîtina telefona hevalê me Mehmet Işiktaş ê ku ji malbata xwe re binpêkirinên mafan parve dikir, hat qutkirin. Binpêkirinên mafan zêde dibin û her tim bi lêpirsînên dîsîplînê em tên tehdîdkirin."
'LI GIRTÎGEHÊ ÊŞKENCEYÊ DIKIN, DIVÊ CIVAK DENGÊ XWE DERÎNE'
Dayê Nazîfe Sutçu, binpêkirinên mafan ên li dijî kurê wê û hevrêyên wî yên qawişê nirxand û got, “Li hundir zilm û êşkenceyê li girtiyên me dikin. Berê jî tundî pêk anîbûn û diranên Îbrahîm şikandibûn. Her roj cenaze ji girtîgehan derdikevin. Ji ber vê yekê em nikarin rakevin. Divê ji vê pêk anînê re em bêjin bes. Divê civak li hemberî vê bêdeng nemîne, dengê xwe bilind bike. Çima zarokên me tên êşkencekirin? Armanca wan ew e ku cezayê zarokên me zêde bikin. Êdî bes e."