Li Konyayê 2 malbat bi hev ketin: 2 kes hatin kuştin -NÛ BÛ
Li Konyayê 2 malbat bi hev ketin û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 3 jî birîndar bûn.
Li Konyayê 2 malbat bi hev ketin û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 3 jî birîndar bûn.
Li taxa Saraçoglû ya navçeya Karatay a Konyayê du malbatên ji Qers û Xarpêtê serê sibehê bi hev ketin. Li gorî îdîayan piştî pevçûna devkî, ji malbata Xarpêtî Nûrettîn Altûnkaya bi çekê êrîş bi ser malbata ji Qersê. Di encamê de ji malbata ji Qersê Ayhan û Maîze Erdemîr jiyana xwe ji dest dan. Nahît Erdemîr ji milê xwe, Fîrdevs Erdemîr jî ji serê xwe bi giranî birîndar bûn. Her wiha ajokarê qemyonê Mahmût Bagiş jî ji lingê xwe birîndar bû.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê û têne dermankirin. Hate ragihandin, êrîşkarê ku tê gotin mele ye, bi birîndarî hatiye girtin.
Parêzer Abdûrrahman Karabûlût ku çû cihê bûyerê, diyar kir ku herdu malbat ji ber nîqaşa li ser ka bi hev ketine û êrîşkar hatiye destgîrkirin.
Taxa ku pevçûn lê qewimî ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin.