Li Îzmîrê wesayîtên bê plaqe li ser kar in!

Li Îzmîrê, mîna hilbijartinên 7'ê Hezîranê careke din wesayîtên bê plaqe derketin holê.

Li taxa Asarlik a navçeya Îzmîr Menemenê ku li herêma 2. a hilbijartinê ye, hilbijêrên ji bo dengdayînê çûn Dibistana Navîn a Asarlikê, li hewşa dibistanê wesayîtên bê plaqe dîtin. Di encama nerazîbûna gel û muşahîtên HDP'yî de derket holê ku ev wesayît ên polîsan e. Bi hewldan û daxwazên gel û muşahîtên HDP'ê re ev wesayît ji hewşa dibistanê hatin derxistin.

Li aliyê din namzetê HDP'ê yê Îzmîrê Muslum Dogan li lîsteya Anadolû ya Bornova Sûphî Koyûncûoglû dengê xwe bi kar anî. Dogan di daxuyaniya xwe ya piştî dengdanê de diyar kri ku ji bo avakirina aştî û demokrasiya rasteqîn, temsîliyeta hemû gel û baweriyan girîng e, ev temsîliyet jî li nava HDP'ê ye.