Li Îranê 7 girtî bi gefa darvekirinê re rû bi rû ne

Rejîma Îranê, 7 mehkûmên li Girtîgeha Recayî ya li bajarê Kerecê ji bo darvekirinê ew xist hucreya yek kesî.

Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, rejîma Îranê duh 7 mehkûmên li Girtîgeha Recayî ya li bajarê Kerecê ji bo sibê bi darve bike, xist hucreya yek kesî.

Girtiyên ku rejîma Îranê ji bo darvekirinê ew xistine hucreya yek kesî Hesen Cewadî, Alî Şahî, Araş Azermî, Qurban Gul Mihemed, Mesû Westa Kerîm û 2 mehkûmên navên wan nehatine hînbûn e.

Rayedar û saziyên fermî yên li Îranê li ser mijara darvekirina 7 mehkûman heta niha ti daxuyanî nedane.