Li Helsînkî ‘dosyaya qetlîamê’ radestî nûnerên YE hat kirin

Li Helsînkî komplo û qetlîam tên protestokirin, bi nûnerên YE re hevdîtin pêk hatin.

Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê, Komploya 15’ê Sibatê ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser Kurdan pêk hatî û qetlîamên AKP’ê hatin protestokirin.

Di çalakiya li pêşiya Nûnertiya Yekîtiya Ewropa (YE) dirûşmeyên, “Ji Ocalan Re Azadî”, “Terorîst Tirkiye”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de hat xwestin ku AKP’e demildest dawî li qetlîamên xwe yên li ser bajarên Bakurê Kurdistanê û êrîşên li ser Rojava bîne, wek çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn perspektîfên Ocalan hat nîşandan.

Piştre heyetek ji çalakvanan bi nûnerên YE re hevdîtin pêk anîn, têkîldarî komplo û qetlîaman dosyayek teslîm kirin. Nûnerên YE ragihandin ku ji ber qetlîaman xemgîn in û wê dosyayê bidin cihên pêwîst.