Li Hanaû 12 gerîlayên li Wanê hatin înfazkirin hatin bîranîn
Li bajarê Hanaû yê Elmanya di şexsê Ekrem Mete (Armanç Canfeda) de 12 gerîlayên HPG’ê yên 10’ê Çileyê li Wanê hatin înfazkirin hatin bîranîn.
Li bajarê Hanaû yê Elmanya di şexsê Ekrem Mete (Armanç Canfeda) de 12 gerîlayên HPG’ê yên 10’ê Çileyê li Wanê hatin înfazkirin hatin bîranîn.
Bîranîna di pêşengiya Însiyatîfa Jinan a Hanaû, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hanaû û Komîteya Malbatên Şehîdan hat lidarxistin de nêzî 200 Kurdistaniyî amade bûn.
Bîranîn bi rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir, axaftinê vekirinê jî li ser navê Komaw Ahmet Aktaş kir. Aktaş wiha axivî: “Xwedîderketina li nirxên ku şehîdên me ji me re hiştine û meşa li ser şopa wan deynê stûyê me ye. Îro li Cizîr û Sûrê mirovên me bi awayekî hovane tên qetilkirin. Deyne stûyê me ye ku em vî rûyê wehşî yê dewleta TC nîşanî tevahî raya giştî bidin. Ji ber vê jî em wek malbatên şehîdan divê em xwedî lê derkevin.”
‘EM XWEDÎ LI BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ DERKEVIN’
Li ser navê TJK-E Zozan Mardîn axivî, wiha got: “Îro di şexsê Heval Ekrem de em tevahî şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û em ê têkoşîna bi rûmet û nirx a ji me re hiştine bidomînin.” Mardîn li hember wehşeta AKP’ê ya li Cizîrê banga xwedîderketina berxwedana xwerêveberiyê kir.
Xalê Ekrem Mete, Mehmet Alî Aslan jî di bîranînê de axivî, wiha anî ziman: “Piştî şehîdan tenê tiştekî dikeve ser milên me heye, ew jî mîrateya wan bi awayekî herî baş dewamkirin e.”
Bavê Leyla Şaylemez, Cûmalî Şaylemez jî wiha axivî: “Ez malbatên şehîdan bi rêzdarî silav dikin. Wek gelê Kurdistanê yên li Ewropa, divê em li hember qetlîama Cizîrê ya derveyî mirovahiyê bertekên xwe deynin holê. Pêwîst e em welatên Ewropa yên li hember vê qetlîamê bêdeng in bêdengiya wan xera bikin û demildest bixin nav liv û tevgerê.”