Li Hagenê resepsiyona Meclîsa Biyaniyan
Li Hagenê îsal resepsiyona Meclîsa Biyaniyan ji aliyê Elewiyan hat organîzekirin. Di aktîvîteyê de xelat dan saziyên xizmetên penaber û koçberan dikin.
Li Hagenê îsal resepsiyona Meclîsa Biyaniyan ji aliyê Elewiyan hat organîzekirin. Di aktîvîteyê de xelat dan saziyên xizmetên penaber û koçberan dikin.
Li bajarê Hagen ê Elmanyayê, Resepsiyan Sala Nû ya ku Meclîsa Biyaniyan a Hagenê 3 sal in mahzûbantiyê dike, îsal ji aliyê Dergaha Çandê ya Elewiyan ve hat organîzekirin.
Merasîma ku nêzî 100 kes hatibûn dawetkirin ji aliyê endama Dergaha Çandê ya Elewiyan Nîlgun Ozcan Ulger hat pêşkêşkirin. Ozcan têkîldarî xebatên Dergahê de agahî dan, wiha got: “Wek Dergaha Elewiyan a Hagenê di serî de bajarê em tê de dijîn, ji bo aştiya cîhanê bi ser keve divê em hewl bidin.”
MERASÎMA XELATÊ
Piştî Serokê Meclîsa Biyaniyan Şukru Bûdak û Serokê Şaredariya Hagenê Erîk Schûlz axivîn, merasîma xelatê hat lidarxistin. Ji ber xizmetên ji bo penaber û koçberên li Hagenê, Hagen îst bûnt, Story-Teller û Radsportclûb Hagen xelat girtin.
Resepsiyon bi danîna xwarinên xwecihî yên ji aliyê endamên Dergaha Elewiyan a Hagenê hatibûn amadekirin ve bi dawî bû.
Meclîs bi vê aktîvîtiyê ve hewl dide sazî û komaleyên penaberan ên li bajêr bide nasîn.