Li Gebzeyê polîsan êrîşî dayikan kirin: Gelek dayik hatin destgîrkirin

Polîsan êrîş bire ser çalakiya nobedê ya dayikên xizmên girtiyan ên bi daxwaza rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevê de ne kirin. Polîsan gelek dayik destgîrkirin.

Berxwedana grevên birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 16’ê Kanûna 2018’an hatibû destpêkirin didome.

Xizmên girtiyên di berxwedana grevên birçîbûnê de ne li Gebzeyê ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û bêdengiyê protesto bikin, bi roj in li pêşiya girtîgehê çalakiya rûniştinê didomînin.

Polîsan êrîş bire ser çalakiya dayikan û gelek dayik destgîrkirin.

https://anfkurdi.com/rojane/polisan-li-stenbol-amed-u-Sirnexe-erisi-malbatan-kir-113049