Li Ewropayê çalakiyên ji bo şermezarkirina 15'ê Sibatê û komkujiyên li Kurdistanê
Di salvegera 17. a komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, Kurdistaniyan li gelek bajarên Ewropayê komploya 15'ê Sibatê û komkujiyên li Kurdistanê bi çalakiya şermezar kirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
sêşem, 16 reşemiyê 2016, 08:44
Di salvegera 17. a komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, Kurdistaniyan li gelek bajarên Ewropayê komploya 15'ê Sibatê û komkujiyên li Kurdistanê bi çalakiya şermezar kirin.
MÎLAN
Li bajarê Îtalya Mîlanê, bi qasî 100 Kurdistanî û Îtalyaniyan nûnertiya Yekîtiya Ewropayê ya li vî bajarî dagir kirin. Kurdistaniyan dûre paç li erdê dirêç kirin û ji bo balê bikişînin ser komkujiyên li Kurdistanê, boyaxa sor li ser reşandin. Çalakî piştre li Meydana Kadorna bi belavkirina belavokan dewam kir.
TORÎNO
Li bajarê Torîno jî, li meydana Castello kon hat vedan. Di çalakiyê de komploya navneteweyî ya li hemberî Ocalan û komkujiyên li Kurdistanê hatin şermezarkirin. Bi vê armancê gelek belavok hatin belavkirin.
OBERHAÛSEN
Li bajarê Elmanya Oberhaûsenê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dûîsbûrgê, li ber stasyona trenê bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyan çalakiyek lidar xist. Di axaftinên li vê derê de bêdengiya raya giştî ya Ewropayê li pêşberî komkujiyan hat şermezarkirin. Çalakger dûre ber bi navenda bajêr ve meşiyan û dirûşmên "Dawî li komkujiyên li Kurdistanê bînini", "PKK gel e gel li vir e", "Bijî Serok Apo" qîriya.
DUSSELDORF
Li Dusseldorfê jî, ji ber salvegera komploya li hemberî Ocalan, Kurdistaniyan çelengek reş danîn ber Konsolosxaneya Tirk. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Dawî li komkujiyên li Kurdistanê bînin" hat vekirin.
ESSEN
Di salvegera komploya navneteweyî de Meclîsa Jinê ya Rozerîn a Dortmûndê û Meclîsa Jinê ya Bêrîvan a li Essenê, li ber Konsolosxaneya Tirk çalakiyek pêk anîn. Girseya gel çelenga reş danî ber Konsolosxaneyê û dirûşmên "Bijî Serok Apo" qîriya.
SALZGÎTTER / LEBENSTEDT
Kurdistaniyên li bajarê Salzgîtter-Lebenstedt ê Elmanyayê dijîn, konê agahdarkirinê vedan. Kurdistaniyan li ser armanca komployê agahî dan raya giştî û der barê komkujiyên li Kurdistanê tên kirin de jî belavok belav kirin. Çalakî saet di 19:00 de bi dawî bû.
HAMBÛRG
Bi armanca şermerzarkirina komploya 15'ê Sibatê ciwanên Kurd ên li Hambûrgê meşeke bi meşaleyan lidar xistin. Meşê saet di 18:00 de li Hachmannplatzê destpê kir û ciwanên di kolana Monckebergstrasse de derbas bûn, ji aliyê antîfaşîst ên Elman ên li vê derê mîtîng lidar dixistin, bi çepikan hatin pêşwazîkirin.
BERLÎN
Di çalakiya li Berlînê de jî, komploya navneteweyî hat protestokirin. Mîtîng ji aliyê Meclîsa Jinê ya Dest-dan ve hat organîzekirin û saet di 16'an de li Alexanderplatzê destpê kir. Tevî endamên meclîsa jinê, nûnerên PYD Berlîn, YXK Berlîn û gelek dostên Kurd tevlî bûn. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin.
STÛTTGART
Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Stûttgartê dijîn, li hemberî komkujiyên li Kurdistanê di çalakiya nobedê de ne. Çalakî ev sê hefte ne dewam dike û heta niha bi hezaran belavok hatine belavkirin. Di çalakiyê de, ji bo Erdogan li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê darizandin, îmze tên berhevkirin.
STOCKHOLM
Li paytexta Swêd Stockholmê, Kurdistaniyên ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî di dawiya hefteyê de ji navçeya Sodetalje heta Stockholmê meşa ji bo du rojan lidar xistin, danê êvarê li Drottnînggatanê xwepêşandeke din pêk anîn. Di çalakiyê de li ser êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê belavok hatin belavkirin.
KOPENHAGEN
Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, di çarçoveya çalakiyên ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê de standa agahdarkirinê hat vekirin. Di çalakiyê de berxwedana Sûr, Cizîr û Nisêbînê hat silavkirin. Çalakgeran broşurên ji bo danasîna Ocalan û sîstema xweseriya demokratîk belav kirin.
MARSÎLYA
Li bajarê Fransa Marsîlyayê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ji meydana Canebîere heta bendera Marsîlyayê meşek hat lidarxistin. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin. Di axaftinên li çalakiyê de bal hat kişandin ser girîngiya Ocalan ji bo gelê Kurd û hat xwestin, tavilê serbest bê berdan.