Li Enqereyê polîsan êrîşî mamosteyan kir: 9 kes hatin destgîrkirin
Li Enqereyê çalakiya mamosteyên sektora taybet a ku daxwaza mûçeyên baş dikirin rastî êrîşa polîsan hatin û 9 kes hatin destgîrkirin.
Li Enqereyê çalakiya mamosteyên sektora taybet a ku daxwaza mûçeyên baş dikirin rastî êrîşa polîsan hatin û 9 kes hatin destgîrkirin.
Sendîkaya Mamosteyan a Sektora Taybet (Yekîtiya Mamosteyan) di yekemîn salvegera damezrandina xwe de mûçeya kêm, desteserkirina mafê mûçeyê bingehîn û peymanên 10 mehan ên hatine ferzkirin, protesto kirin.
Mamosteyên ku li Navenda Perwerde û Çandê ya Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) hatin cem hev, piştî civînê diyar kirin ku wê ber bi Abîdeya Madenê ya li Kolana Olgunlar ve bimeşin.
Lê derketina mamosteyan a Navenda Çandê ya li Kolana Selanîkê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.
Polîsan bi gaza îsotê êrîşî mamosteyan kir û tundiya fizîkî bi kar anî. Di vê navberê de 5 kes hatin destgîrkirin.
4 kesên din jî di hundirê Navenda Çandê de hatin destgîrkirin. Hat ragihandin ku ji nav kesên hatine destgîrkirin 2 kes parêzer in.