Li Enqereyê hemxwext êrîşî 4 saziyên Elewiyan hat kirin

Li Enqereyê, bi hevwextî êrîşê Cemxaneya Ana Fatma, Şahê Merdan, Komeleya Gundê Gokçebelê û Weqfa Elewiyên Bektaşî yên Terekeme hat kirin. Hat destnîşankirin ku berpirsê êrîşên plankirî desthilata siyasî ye.

Li Enqereyê, bi hevwextî êrîşê Cemxaneya Ana Fatma, Şahê Merdan, Komeleya Gundê Gokçebelî û Weqfa Elewiyên Bektaşî ya Terekeme hat kirin.

Di êrîşa bi kêrê ya li dijî Weqfa Elewiyên Bektaşî ya Terekeme hat kirin de jinek birîndar bû. Jina birîndar rakirin nexweşxaneyê. Bi keviran jî êrîşê deriyên rêxistinên Elewiyan hat kirin.

Li ber Şaxê Enqereyê yê Cemxaneya Ana Fatma ya Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk ku êrîşê wê hat kirin, xelk disekine.

Serokê Komeleyê Mûstafa Karabûdak, li ber cemxaneyê bi kurtî axivî. Karabûdak, di axavtina xwe de diyar kir ku desthilata siyasî, Elewiyan dike hedef û wiha got: “Îro roja yekemîn meha Miheremê ye û me zanî ku êrîşê komele û cemxaneyên Elewiyên li Enqereyê hatiye kirin. Êrîş bi hevwextî hatine kirin. Ev jî nîşaneya wê yekê ye ku hemû êrîş bi plan hatine kirin.“

‘EM JI ÊRIŞKARAN RE NAHÊLIN’

Karabûdak anî ziman ku êrîş bi vederkirina Elewiyan, hesab nekirina baweriya wan û kirina siyasetê di ser wan re ya ji aliyê desthilata siyasî ve raste rast eleqedar in û wiha pê de çû: “Desthilata siyasî, ji van êrîşan berpirs e. Ên êrîş kirine aşkere ne. Qeydên kamerayê di destên me de ne. Me gilî kir. Em dev ji êrîşkaran bernadin. Desthilata siyasî divê êrîşkaran bibîne. Mala wan kesan ava ku ji bo piştgiriyê hatin vê derê.  Em wek hemû saziyên Elewiyan em ê sibehê civînekê çêbikin û bi pişt re daxuyaniyê bidin.“

Serokê Giştî yê PSAKD’ê Cûma Erçe û endamê Desteya Birêvebir Tûrgût Oker jî serdana cemxaneyê kir. Parlamenterên HDP’ê Tulay Hatîmogûllari û Mûrat Çepnî jî çûn Cemxaneya DAD’ê û di der heqê êrîşan de agahî wergirtin.