Li Edeneyê 3 kes dîl hatin girtin

Li Edeneyê 3 welatiyên Rojavayî ku di operasyona qirkirina siyasî de hatibûn destgîrkirin, hatin girtin.

Duh li Edeneyê di çarçoveya qirkirina siyasî de avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de S.A. (26), H.E.F. (22), H.A. (34) û Î.H. (45) hatibûn destgîrkirin. Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê û piştî karûbarên emniyetê sewqî Edliyeya Edeneyê kirin. Piştî ku îfadeyên wan li dozgeriyê hatin girtin bi îddîaya “endamtiya rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayên Silhê ya Edeneyê kirin.

Dadgehê bi îddîaya “endamtiya rêxistinê” biryar da S.A, H.E.F. û H.A. werin girtin û Î.H jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.