Atabay û malbata xwe yên du meh û nîv berê ji Cizîrê ji bo xebatê çûn Kocaeliyê, bi navbeynkariya bi çawîşî ya êrîşkar Selîm Çûbûk li nav zeviyek ê li texma Esmahanim 2 mehan xebitîn. Wê gavê Çûbûk ê ekîbek a din li cihekî deşt dida xebitandin lê ji ber ku malbata Atabay Kurd bû li cihekî asê da xebitandin. Lewma, Atabay, bertek nîşanê Çûbûk da. Çûbûk, piştî xebata bi du rojan ji ber berteka Atabay, cihê ku wê malbata Atabay bi wesayîtê li navçeya Kocaeliyê daîne, li taxa Hizir peya kir. Malbat bi saetan meşiya da ku bikare biçe mala xwe.
GEFA ŞEWITANDINA MALÊ LÊ XWAR
Çûbûk ê çawîş ê hezar 750 banot ê heqê malbata Atabay neda, ew sekinand mexdûr kir. Li xapandina wî geriya. Lê Atabay bi telefonê lê geriya ku heke ew heqê xwe nekare bistîne wê serî li polîs bide. Li ser gotina Atabay a ku wê serî li polîs bide, çawîş Çûbûk gef li Atabay xwar, got: “Tu dizanî ez kî me. Nahêlim tu ji vir derbikevî. Ez ê agir bi mala te bixim.“
BI WESAYÎTÊ PÊŞÎ LÊ GIRT Û LÊ XIST
Li ber xwaringeha Oz Ûrfayê ya li ser Rêya Cûmhûriyetê ya Taxa Agalar, bi wesayîtek a gewr pêşiya Atabay ê diçû ber bi navenda polîsan ve hat birîn. Kadriye Çûbûk a hevsera Selîm Çûbûk, ji wesayîtê peya bû, gef li Atabay xwarin ku neçe qereqolê. Hingê Selîm Çûbûk bi dar li serê Atabay xist. Atabay li erdê ket. Çûbûk, li erdê jî bi dar li Atabay xist.
LÊXIST Û RÊVIYA
Polîsekî sivîl ê li cihê bûyerê Çûbûk da sekinandin. Bi pişt re Çûbûk li wesayîta xwe siwar bû û çû. Atabay bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Karasûyê. Ji ber ku Atabay ji serê xwe gelek derbe xwarine, dibe ku xwîn biçe ser mêjî, lêwma sewqê Nexweşxaneya Yenîkent a Adapazariyê hat kirin. Ji aliyê cerahiyê mêjî ve hat tespîtkirin ku tasa serê Atabay deriziye.
NIJADPEREST HAT BERDAN
Ji ber êrîşa rû bi rû bû, Atabay, 26’ê Tîrmehê îfade da Amiriya Navenda Polîsan û gilî li Çûbûk kir. Atabay da zanîn ku Kadriye Çûbûkê jî gotinên provokatîf kirine û giliyê wê jî kir. Çûbûkê hat destgîrkirin di saetekê de hat berdan.
POLÎS KEYA KIR NAVBEYNKAR
Polîs ji keya xwest ku bibe navbeynkar da ku Atabay û Çûbûk li hev werin.
Atabay derbirî ku keya ne li ber wî lê li ber bindeqan ketiye û wiha axivî: “Keya hewil da ku nehêlê vîdyoyên me kişandine em biweşînin. Ne li min, li bindeqan fikirî. Got: “Heke tu vîdyoyan parve bikî, kes nayê li vir naxebite. Xwestin ku me li hev û din bînin. Min jî nexwest em li hev û din werin. Ez ji kuştinê xerabtir kirim. Çima ez ê pê re li hev werim. Niha di nav cihan de me. Dibe ku mehekê nekarim rabim pêyan.“
‘XWESTIN KU BIKUJIN’
Emîne Atabay, bertek nîşanê êrîşa li hevserê wê hat kirin û anî ziman ku xwestine hevserê wê bikujin. Atabay destnîşan kir ku Çûbûk di nava saetekê de hatiye berdan û ew hatine mexdûr kirin, heta ku ew heqê xwe nestînin û Çûbûk neye cezakirin ew ê ji wê dere veneqetin û dev ji doza xwe bernedin.