Li Den Haagê mîtînga Kobanê
Li bajarê Hollanda Den Haagê bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê mîtîng hat lidarxistin.
Li bajarê Hollanda Den Haagê bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê mîtîng hat lidarxistin.
Li bajarê Hollanda Den Haagê bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê mîtîng hat lidarxistin.
Di mîtînga li meydana Malîeveld de li ser navê komîteya amadekar Alex de Jong, li ser navê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK-PUK) Ciwan Omer, li ser navê Tevgera Goran Hawraz Rafat, li ser navê Partiya Sosyalîst a Hollandayê Yoûnîs Lutfullah û nûnerên Stîchtîng Help Kobanê (Weqfa Alîkariyê ya Kobanê) axivîn.
Di peyama hevpar a hemû axaftinan de hat ragihandin ku serketina Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de hat bidestxistin, bandor li tevahiya cîhanê kiriye û hat destnîşankirin ku piştî Şoreşa Rojava, hêviya jiyana bi hev re ya gelên cuda ketiye meriyetê. Qisekeran diyar kirin ku Erdogan ji hevgirtina gelan aciz bûye, lewma ketiye rewşeke êrîşkariyê û hat destnîşankirin, ku li şûna çeteyên DAIŞ'ê yên sivîlan bi barbarî qetil dikin weke terorîst bi nav bike, radibe YPG û YPJ'ê weke terorîst dinirxîne.
Di axaftinan de bal hat kişandin ser ambargoya Tirkiyeyê ya li hemberî Kobanê û hat ragihandin ku pêwîstiya Kobanê bi ji nû ve avakirinê heye. Qisekeran bi vê armancê banga desteka navneteweyî kirin û xwestin piştgirî ji Rojava û Kobanê re bê dayîn.
Li ser navê Stîchtîn Help Kobanê Nîcko Bûîten jî banga alîkariyê li rêxistinên civakî yên sivîl, saziyên însanî, demokrat û mirovên pêşverû kir. Bûîten got, "Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê mirovahî bi ser xist. Wan rûmeta mirovahiyê bi serketinê re tacîdar kirin. Serketina gelan ne tenê ya Kobanêyiyan e. Bû serketina hemû gelên bindest ên cîhanê. Ji ber vê yekê, ji bo ji nû ve avakirina welatê lehengên ji bo me şer kirin, em dest bidin hev. Divê serketina Kobanê ne tenê li kolanan were pîrozkirin. Divê zarokên Kobanê biçin dibistanan, ji xwe re bilîzin û pirsgirêkên tenduristiyê werin çareserkirin."
Bûîten li ser alîkariyên heta niha ji bo Kobanê hatine kirina agahî da û got, "Kobanê bajarê rûmeta gelan e. Ez bang li we dikim ku ji bo avakirina bajarê rûmetê seferber bibin."
Mîtînga li Den Haagê bi hevkariya Actie Voor Rojava, FED-KOM, HAKDER, HTÎF, HTÎP, Gezî Solideriteid Nederland û Theater street Amazons, VEKSAV, Grenzeloos Wrouven Voor Vrede, Internationale Socialisten bi rêxistin kirin.
Mîtîng bi gerandina govendê bi dawî bû.