BI DÎMEN

Li Den Haagê mîtînga 'Dest nede vîna min'

Li bajarê Hollanda Deng Haagê, ji bo destekkirina HDP'ê mîtîngek bi dirûşma 'Dest nede vîna min' hat lidarxistin.

Li bajarê Hollanda Deng Haagê, ji bo destekkirina HDP'ê mîtîngek bi dirûşma 'Dest nede vîna min' hat lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarên Hollanda Amsterdam, Rotterdam û Den Haagê dijîn, bi armanca şermezarkirina darbeya Qesrê, ku hewl dide destnedana parlamenterên HDP'ê rake, çalakiyek bi dirûşma 'Dest nede vîna min' lidar xistin.

Di meşê de wêneyên parlamenterên HDP'ê hatin hilgirtin û li vê derê axaftinên bi zimanên Kurdî, Tirkî û Hollandayî hatin kirin.

Nivîskar Sûat Bozkûş li mîtîngê peyivî û di destêkê de sê pêşengên tevgera çep a Tirkiyeyê bibîr anî. Bozkûş got, "Meşaleya şoreşê ya ji aliyê Denîzan ve hat pêxistin, îro li çiyayên Kurdistanê, li Rojava, li her derê bilind bûye."

Bozkûş li dijî sîstema yekparêz û nîjadperest û li hemberî darbeya Erdogan ê dîktator, banga berxwedanê li gelan kir.