Li Bonnê ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê çalakî

Li bajarê Bonn ê Elmanyayê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê meş û mîtîngek hat lidarxistin.

Li bajarê Bonn ê Elmanyayê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê meş û mîtîngek hat lidarxistin.

Meşa ku Meclîsa Jinan a Sara û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi hev re organîzekirin ji Frankenbad heta Marktplatz dewam kir. Li Marktplatz jî mîtîngek hat lidarxistin. Di tevahiya meşê de muzîkên têkildarî Rojava hatin guhdarkirin û der barê berxwedana Kobanê de axaftin hatin kirin.

Di meşê de ku jiyana şoreşgera enternasyonalîst Ivana Hoffman jî hat vegotin, dirûşm hatin qîrkirin.

Di mîtînga ku li Marktplatz hat lidarxistin de axaftina yekemîn ji aliyê nûnera Meclîsa Jinan Sara ve hat kirin.

Nûner destnîşan kir ku li Kobanê, mirovatiyê li ber xwe daye û ji ber vê jî Kobanê wateyek pir mezin hilgirtiye û wiha berdewam kir: “Li Kobanê jin, mêr, mezin, biçûk her kesî li ber xwe da û bi ser ket.”

Ji Însîyatîfa Azadî Monîka Moress jî berxwedêrên Kobanê silav kir. Moress bal kişand ser rewşa mirovên ku li Ewropa bûne penaber û wiha got: “Li Elmanya PEGÎDA’yek nîjadperest mezin dibe û li hember penaberan êrîşên nijadperest zêde dibin.”

Moress ragihand ku dewleta Elman bi hikûmeta Tirk re pêkanînên paralel dike û di encama van de aktîvîstên Kurd digire, ev rewş jî rexne kir.

Di mîtîngê de dirûşmên, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Terorîst Tirkiye”, “Şehîd namirin”, “Arîn Mîrkan nemir e”, “Îvana Hoffmann nemir e”, “Bijî piştevaniya enternasyonalîst” hatin gotin, pankartên têkîldarî berxwedana Kobanê û alên YPG/YPJ hatin rakirin.

...