Li ber avahiya AKP’ê komkujiya Zaxoyê hate protestokirin

Endamên Partiya Şoreşger li pêşiya avahiya AKP’ê ya li Kadikoya Stenbolê komkujiya Zaxoyê protesto kirin.

Endamên Partiya Şoreşger bi armanca protestokirina Qetlîama Zaxoyê duh êvarê li ber avahiya Rêxistina AKP’ê ya Navçeya Kadikoya Stenbolê meş li dar xistin û dirûşm berz kirin. Çalakvanan ji bo balê bikişînin ser qetilkirina pitikê, darbestek biçûk hilgirtin. 

Endamê Partiya Şoreşger Erkîn Barin di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku hêzên dagirker li Kurdistanê 9 kes bi bombebaranê qetil kirine û got: “Ev darbest darbesta Zehraya pitik e. Em kujeran baş nas dikin. Kujerên ku li Zehraya biçûk dane, li vir in. Kujer AKP bi xwe ye. Kujerên Zehra, Berkîn Elvan û Ceylan Onkol heman kujer in.” 

Piştre polîsan Barin destgîr kirin. Tê payîn ku ji bo Barin îfade bide dozgeriyê sewqî Edliyeya Anadolûyê ya li Kartalê bikin.