Li Bakirkoyê: Bila tecrîd were rakirin
Li Bakirkoyê bi sed hezaran kes tevlî mîtînga 1’ê Gulanê bûn. Mîtîng bi coş bi dawî bû. Di mîtîngê de hate xwestin ku tecrîda li ser Ocalan jî were rakirin.
Li Bakirkoyê bi sed hezaran kes tevlî mîtînga 1’ê Gulanê bûn. Mîtîng bi coş bi dawî bû. Di mîtîngê de hate xwestin ku tecrîda li ser Ocalan jî were rakirin.
Li Stenbolê bi pêşengiya KESK, DÎSK, TMMOB, Odeya Bijîşkan 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran bi beşdariya sed hezaran karker, kedkar û welatiyan bi mîtîngekê hate pîrozkirin. Mitînga bi dirûşma “Ji bo kar, edalet û azadiyê em biçin 1’ê Gulanê” pêk hat bi dawî bû. Bi sedhezaran kes ji bo mafên xwe daxwazên xwe qîr kirin.
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ HATIN SILAVKIRIN
Koma Vardiya ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê devên xwe bi maskeyan girtin û derketin ser dikê. Komê silavên xwe ji Leyla Guven û girtiyan re şandin û li qadê bi sedhezaran kêliyek dirêj li çepikan dan.
Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu derket ser dikê û axaftinek kir û cejna karker û kedkaran pîroz kir.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî jî laçikên spî xistin da dora stûyê xwe û derketin ser dikê û girse silav kirin.
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû axivî û got: “Serweriya kesên Qada Taksîmê ji karkeran re girtin helbet wê bê hilweşandin. Em ê Qada Taksîmê dîsa bi dest bixin û em ê cejnê li wir pîroz bikin. Em ê li dijî her cûre pêkanînên neheq û tundewar bêdeng nemînin. Em ê li dijî kesên îradeya gel tune dihesibînin bêdeng nemînin. Siboroja aramî û aştiya vî welatî em in.”
Hevseroka Giştî ya KESK’ê Aysûn Gezen jî axivî û got: “Welat gav bi gav ber bi aloziyên nebaş ve diçe. Em dixwazin di nava laîk, demokratîk, aştiyê de wekhev û azad bijîn. Em kedkar wê şertên di nava jiyanek aştiyane û azad de ku bijîn biafirînin. Em ê siberojên ronî bi hevgirtina têkoşîna ked û demokrasiyê ava bikin.”
Serokê Giştî yê TMMBO’ê Emîn Koramaz jî anî ziman ku ew ê li dijî tehdîtên AKP’ê serê xwe netewînin û xwestin welat bi KHK û qeyûman bi rê ve bibin, lê bi ser neketin.
‘TECRÎD SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’
Pişt re Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’a Stenbolê metna hevpar a bi kurmancî xwend. Metna Tirkî jî kedkar Hasan Oguz xwend. Di metnê de hat gotin yên îradeya gel didizin dizek in û li dijî bêdengiya grevên birçîbûnê li qada 1’ê Gulanê bang dikin û kesek jiyana xwe ji dest bide berpirsiyarî ya AKP’ê ye. Di metnê de hat diyarkirin ku ew mirinê naxwazin û berevajî vê dixwazin jiyanê biparêzin û tecrîd sûcek mirovahiyê ye. Di metne de hat gotin hemû hêzên demokrasiyê li cem Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û girtiyan cih digirin û jin bi dirûşma “Bedena me nasnameya me ye û ked ya me ye” qîr dikin. Di metnê de hat destnîşankirin li dijî talankirinê qê jiyanê biparêzin û her dever ji bo wan Taksîm û berxwedan e.
Piştî axaftinan mitîng li ber stranên hunermendan bi dawî bû.