Li bajarê Îtalya Mîlanoyê, panela li ser Rojava û danasîna pirtûkê

Pirtûka "Şervan" a xaziyê Rojava Karîm Franceschî, li bajarê Îtalya Mîlanoyê bi panelê hat nasandin.

Pirtûka "Şervan" a xaziyê Rojava Karîm Franceschî, li bajarê Îtalya Mîlanoyê bi panelê hat nasandin.

Franceschî di axaftina xwe ya li panelê de ragihand, ku ew ji bo gihandina alîkariya însanî çûbû Kobanê û dema rewşa herêmê dît, biryar da tevlî nava refên YPG'ê bibe. Franceschî got, "Yek ji mezintirîn sedemên tevlîbûna min a li nava şer, zarokên 15-16 salî yên ji bo parastina xaka xwe rahiştibûn kalaşnîkovê bû."

Franceschî da xuyakirin, ku wî îdeolojiya şoreşgerî ji bavê xwe yê li Îtalyayê li dijî faşîstan têkoşiya ye, wergirtiye.

Li ser navê Radyo Populare Serena Tarabînî axivî û rewşa dawî ya li Kurdistanê vegot. Tarabînî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan û bi giranî li ser rewşa li bajarên Kurdan ên derketina derve lê hatin qedexekirin.

Di panelê de li ser şerê li Rojava sînevîzyonek hat nîşanda.

...