Li Antalyayê 7 HDP’yî hatin destgîrkirin

Li Antalyayê 7 endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê hatin destgîrkirin.

Di 23’ê Tîrmehê de li Stenbolê di Tûrnûwaya Kemal Kûrkût de 11 kesan derbarê qetlîama li Zaxoyê pankartek vekiribûn û hatibûn destgîrkirin. Li Entalyayê jî Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê xwest destgîrkirina li Stenbolê protesto bikin. Ciwanan li bajêr li qadekê bi fûtbolê lîstin û xwestin destgîrkirinan protesto bikin. Polîsan destûr nedan ciwanan.

Ciwan li ber behrê kom bûn û pankarta ‘Wê destgîrkirin nikaribe ciwanan bide sekinandin’ vekirin. Polîsan 7 ciwanên HDP’yî destgîr kirin.

Tê payîn ciwanên li Midûriyeta Emniyetê ya Antalyayê ne, wê sewqî dadgehê werin kirin.