Li Îzmîrê Nobeta Edaletê di roja 92’emîn de didome

Li Îzmîrê di çalakiya Nobeta Edeletê de bang hate kirin ku bila girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin, divê werin berdan.

Nobeta Edeletê ya Îzmîrê di roja 92’emîn de dewam kir. Malbat li ber edliyeya li Bayrakliyê hatin ba hev.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Deng bide zindanan”, Azadî ji girtiyên nexweş re”,  “Heq, hiqûq, edalet”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bila girtîgeh bên valakirin” berz kirin.

Rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê jî piştgirî dan malbatan.

Di çalakiyê de ji rêveberên HDP’a Îzmîrê Medenî Demîr axivî û got: “Girtiyên nexweş nayên berdan û mafê wan ê xizmeta tenduristiyê jî tê binpêkirin. Desthilatdariya siyasî qanûna înfazê weke siyaseta tolhildanê bi kar tîne. Divê dev ji van sepanên xwe berdin û guh bidin daxwazên dayikan.”